Îranê êrîşeke din a mûşekî bir ser Îsraîlê: Birîndar hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Medyaya Îsraîlê ragihand, sê mûşekên Îranê li navenda paytext Tel Avîvê ketine xwarê û di encamê de 5 kes birîndar bûne. 

Li gorî medyaya Îsraîlê, sibeha îro Sêşemê, 17ê Hezîrana 2025an, Îranê nêzîkî 30 mûşekên balîstîk avêtine ser paytext Tel Avîv û çend herêmên din ên welat.

Hate ragihandin, piraniya mûşekên balîstîk ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ya Îsraîlê ve hatine bêbandorkirin, lê sê mûşek li navenda Tel Avîvê li deverên cuda ketine xwarê û zirar gihandiye çend avahiyên niştecihbûnê.

Tîmên Alîkariya Lezgîn a Îsraîlê ragihandin, di encama êrîşa mûşekî ya Îranê de herî kêm 5 kes birîndar bûne û hin kesên din jî di bin kavilên avahiyan de asê mane.

Ji aliyê xwe ve, Ajansa Nûçeyan a "Fars" a fermî ya Îranê jî belav kir, artêşa wî welatî dest bi pêleke nû ya êrîşên mûşekî li ser Îsraîlê kiriye û ev êrîş dê tevahiya roja Sêşemê, 17ê Hezîranê, berdewam bikin.

Ev êrîş di demekê de tên ku ji êvara roja Duşemê, 16ê Hezîranê ve, Îranê zincîreyek êrîşên moşekî li dijî Îsraîlê pêk aniye. Berpirsên Îsraîlê beriya niha ragihandibûn ku êrîşên şeva borî ti ziyaneke mezin negihandibûn.

 
Fly Erbil Advertisment