Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Îranê rewşa navçeyê gotûbêj kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di pêwendiyeke telefonî de di navbera Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçî de, banga rawestandina şerê Îran-Îsraîlê û parastina aramiyê hat kirin û pabendbûna Herêma Kurdistanê bi peymana ewlehiyê ya Iraq-Îranê re hat dubarekirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku "şeva borî, 16ê Hezîrana 2025an, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Ebbas Araqçî, pêwendiyeke telefonî pêk anîn."
Li gorî daxuyaniyê, di pêwendiyê de "pêşhatên dawî yên operasyon û rûbirûbûnên leşkerî yên di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Îsraîlê de hatin gotûbêjkirin û derbarê bandor û encamên wê yên li ser navçeyê de, nêrîn hatin parvekirin."
Serokatiya Herêma Kurdistanê destnîşan kir, "her du alî li ser girîngiya parastina aramî û seqamgiriyê û dûrxistina navçeyê ji aloziyên zêdetir hevnêrîn bûn." Ji bo vê armancê, her du aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku "divê civaka navdewletî rola xwe bilîze ji bo rawestandina kiryarên leşkerî û çareserkirina nakokiyan bi awayekî aştiyane."
Di beşeke din a pêwendiyê de, "her du aliyan bal kişandin ser peymana ewlehiyê ya di navbera Iraq û Komara Îslamî ya Îranê de." Di vê çarçoveyê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pabendbûna Herêma Kurdistanê bi vê peymanê re dubare kir.
Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku "metirsiyên gera berfirehbûna zêdetir a pêşhatan û çend mijarên din ên girîng ên hevpar, mijareke din a pêwendiya telefonî bû."