Portugalê balyozxaneya xwe ya Tehranê bi awayekî demkî daxist

Alayên Îran û Portugalê
Alayên Îran û Portugalê

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Portugalê li ser şer û êrîşên di navbera Îsraîl û Îranê de amajeyê dide ku, ew dê balyozxaneya xwe ya Tehranê bi awayekî demkî daxin.

Wezîrê Derve yê Portugalê Paulo Rangel îro (Sêşem, 17ê Hezîrana 2025ê) ragihand ku, wan biryar daye ji ber şer û êrîşên di navbera Îsraîl û Îranê de û pêşketinên deverê balyozxaneya xwe ya Tehranê bi awayekî demkî daxin.”

Paulo Rangel herwesa got ku, ew dê balyozxaneya xwe bi awayekî demkî ji bo welatekî din veguhêzin, piştre dê di demeke nêzîk de dîsa bê vekirin û karûbarên wê dê dîsa bên destpêkirin.

Îsraîlê li serê sibeha roja Înê (13ê Hezîrana 2025ê) bi zêdetirî 200 balafirên şerî bi dehan cihên leşkerî û bingehên atomî li Tehranê û çend deverên din ên Îranê bombebaran kirin. Herwesa hejmareke berpirsên leşkerî yên payebilind û zanayên atomî kuştin.

Îranê jî ji aliyê xwe ve wekî bersivek ji bo êrîşên Îsraîlê Operasyona "Soza Rastgo ya 3"ê ragihand.