Encûmena Nûnerên Iraqê ji hikûmetê dixwaze li dijî Îsraîlê rêkaran werbigire

Navenda Nûçeyan (K24) - Encûmena Nûnerên Iraqê rûniştina xwe ya awarte bi dawî anî û ragihand, “Iraq nikare bi awayekî leşkerî tevlî şerê niha yê di navbera Îran û Îsraîlê de bibe.”
Encûmena Nûnerên Iraqê îro (Sêşem, 17ê Hezîrana 2025ê) civîneke awarte li ser "binpêkirinên serweriya Iraqê ji aliyê Îsraîlê ve" li dar xist, û tê de li ser çend xalan gengeşe kirin û helwesta gelê Iraqê ji bo piştevaniya gelê Îranê ji ber êrîşên Îsraîlê tekez kir.
Encûmena Nûnerên Iraqê herwesa binpêkirinên Îsraîlê li beranberî asmanê Iraqê û bikaranîna wî ji bo êrîşkirina li ser Îranê red kirin û daxwaz ji hikûmetê kir ku rêkarên dijber werbigire.
Encûmena Nûnerên Iraqê piştgiriya xwe ji bo hikûmeta Iraqê tekez kir, ji bo ku li ser astên herêmî û navneteweyî tevgerên xwe yên dîplomatîk di vî warî de ji nû ve dest pê bike.
Encûmena Nûnerên Iraqê li dawiyê jî yekîtîya navxweyî ji bo rûbirûbûna her encameke herêmî û navneteweyî pêdivî zanî.
Îsraîlê li serê sibeha roja Înê (13ê Hezîrana 2025ê) bi zêdetirî 200 balafirên şerî bi dehan cihên leşkerî û bingehên atomî li Tehranê û çend deverên din ên Îranê bombebaran kirin. Herwesa hejmareke berpirsên leşkerî yên payebilind û zanayên atomî kuştin.
Îranê jî ji aliyê xwe ve wekî bersivek ji bo êrîşên Îsraîlê Operasyona "Soza Rastgo ya 3"ê ragihand.