Dijeterora Kurdistanê: Droneke bombekirî li nêzîkî Hewlêrê hat têkşikandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Dijeteror a Kurdistanê ragihand, îro droneke bombekirî li nêzîkî gundekî Hewlêrê hatiye têkbirin û xistin.

Dezgeha Dijeteror a Kurdistanê di daxuyaniyekê de eşkere kir, îro 18ê Hezîranê danê êvarê, li derdora gundê Şêrawayê droneke bombekirî hatiye têkşikandin û xistin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Xweşbextane, xistina dronê ti ziyaneke canî û madî bi xwe re neaniye."

Heta niha ti aliyekê berpirsiyariya şandina vê dronê li xwe negirtiye.