Netanyahu: Armanca me têkbirina bernameya atomî û şiyana mûşekî ya Îranê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu dibêje: "Ziyaneke mezin û biêş" gihîştiye wan, lê di heman demê de tekez kir, artêşa wan ji her demê bihêztir e û dê êrîşên xwe yên li ser Îranê bidomîne. 

Benyamin Netanyahu îro 18ê Hezîranê di gotareke xwe de ragihand, wan "asmanê Tehranê kontrol kiriye" û got, "Armanca me di vî şerî de jinavbirina bernameya etomî û şiyana mûşekî ya Îranê ye."

Serokwezîrê Îsraîlê got, "Artêşa Îsraîlê ji rabirdûyê gelek bihêztir e û gav bi gav ber bi jinavbirina gefa etomî û mûşekên balîstîk ve pêşve diçe."

Netanyahu bi nîgeranî li xwe mikur hat ku di vî şerî de ziyanên wan hene û got: "Di şerê li dijî Îranê de ziyaneke mezin û biêş gihîştiye me, lê ez spasiya Trump dikim ku piştgiriya me dike, bi taybetî ji bo piştgiriya welatê wî di parastina esmanê Îsraîlê de."

Artêşa Îsraîlê roja 13ê Hezîranê bi firokeyên şer û dronan êrîş biribû ser Îranê û navendên etomî û kargehên çêkirina mûşekên balîstîk bombebaran kiribûn. Di wê êrîşê de, hejmarek fermandarên leşkerî û zanyarên etomî yên Îranê hatibûn kuştin.

Wek bersiv, Îranê êvara heman rojê bi sedan mûşekên balîstîk avêtibûn Tel Avîvê. Tevî ku sîstema berevaniya asmanî ya Îsraîlê piraniya mûşekan bêbandor kiribûn, hejmareke ji wan ketibûn xwarê û di encamê de gelek avahî û xanî hatibûn wêrankirin.

 
Fly Erbil Advertisment