ENKS: Li Efrînê ciwanekî Kurd hat kuştin, divê komên çekdar bên derxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Xwecihî ya ENKSê li Efrînê ragihand, li navçeya Cindirêsê ya Efrînê ciwanekî Kurd di encama êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da. ENKSê ev tawan bi tundî şermezar kir û banga derxistina komên çekdar û koçberên ku li herêmê hatine bicihkirin kir.
Encûmena Xwecihî ya ENKSê li Efrînê îro 19ê Hezîranê bi daxuyaniyekê ragihand, şeva 18ê Hezîrana 2025an, ciwanê Kurd Mistefa Barzanî Cemîl Şêxo, dema ku nobedariya panêlên enerjiya rojê li gundê xwe Hec Hesna yê ser bi Cindirêsê ve dikir, rastî êrîşeke dizên çekdar hat.
Li gorî daxuyaniyê, piştî ku wî ciwanî hewl daye rê li ber dizan bigire, koma çekdar gule reşandin û di encamê de Mistefa Cemîl Şêxo canê xwe ji dest daye.
ENKSê di daxuyaniya xwe de ev bûyer weke "tawaneke hovane" binav kir û got: "Ev tawaneke din e ku li zincîra tawanên li dijî welatiyên Kurd ên sivîl tê zêdekirin. Careke din Efrîn xwînê dirjîne. Ev bûyer ne ya yekem e, herêma Efrînê ji ber zincîreyek dizî, binpêkirin, kuştin, talan û revandinê dinale ku xelkê resen ê herêmê dike armanc."
Banga ENKSê
ENKSê di daxuyaniya xwe de sê daxwazên sereke û bilez ji aliyên pêwendîdar kirin:
Cezakirina tawankaran: Bang li aliyên pêwendîdar û berpirs kir ku tavilê ji bo şopandin û cezakirina tawankaran û kesên ji yasa derketî bikevin nava liv û tevgerê.
Derxistina komên çekdar: Daxwaz kir ku "bermahiyên komên çekdar" ji herêma Efrînê bên derxistin.
Vegerandina koçberan: Bang kir ku hemû malbatên koçber ên ku di mal û milkên Kurdan de hatine bicihkirin, ji malan bên derxistin û vegerin herêmên xwe, û got: "Êdî hemû rê vekirî ne û rejîma dîktator Beşar Esed hilweşiyaye, ji ber vê yekê ji bo hebûna wan ti hincetek nemaye."
Di dawiya daxuyaniyê de, ENKSê sersaxî ji malbata Mistefa Barzanî Cemîl Şêxo û tevahiya gelê Kurd re xwest û banga aştî û ewlehiyê ji bo herêma Efrînê kir.