Sirwe Resûl: Pirsgirêka wan welatiyên li Qubrisê asê bûbûn hat çarekirin

Sirwe Resûl
Sirwe Resûl

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêvebera Giştî ya Navenda Hevahengiya Krîzan a Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê pirsgirêka wan welatiyan çare kiriye yên ku li Qubrisê asê bûbûn.

Rêvebera Giştî ya Navenda Hevahengiya Krîzan a Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sirwe Resûl îro (Pêncşem, 19ê Hezîrana 2025ê) ji malpera Kurdistan24ê re got, “300 welatî ji xwendekar û geştyaran ji ber şerê di navbera Îsraîl û Îranê de û rawestandina balafirxaneyan û geştên asmanî li Qubrisê asê bûbûn.”

Sirwe Resûl herwesa got, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya Wezareta Navxwe û Nivîsîngeha Peywendiyên Derve vîzeyên transîtê yên welatê Tirkiyeyê ji bo dema 72 seetan dan wan welatiyan û ew niha dikarin ji vê derfetê feydeyî werbigirin û vegerin Herêma Kurdistanê.”

Rêvebera navbirî pêştir jî eşkere kiribû, “Hêşta 970 welatî mane ku ji bo Herêma Kurdistanê bên vegerandin, herwesa 5 hezar û 135 hacî jî bi rêya bejahî ji bo Herêma Kurdistanê hatin vegerandin û 60 welatiyên ku li Kurdistanê asê bûbûn jî ji bo welatên wan hatin vegerandin.”

Îsraîlê li serê sibeha roja Înê (13ê Hezîrana 2025ê) bi zêdetirî 200 balafirên şerî bi dehan cihên leşkerî û bingehên atomî li Tehranê û çend deverên din ên Îranê bombebaran kirin. Herwesa hejmareke berpirsên leşkerî yên payebilind û zanayên atomî kuştin.

Îranê jî ji aliyê xwe ve wekî bersivek ji bo êrîşên Îsraîlê Operasyona "Soza Rastgo ya 3"ê ragihand.