Serokwezîr Mesrûr Barzanî serexweşiyê li Mîrê Êzidiyan dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serexweşiyê li Mîrê Êzidiyan dike.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 19ê Hezîrana 2025ê) ji ber wexera dawiyê ya kesatiyê navdar ê Êzidiyan Mîr Coqî Elî Beg serexweşî li malbata wî û Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg û Wekîlê Mîrî Mîr Cehwer Elî Beg kir.
Ev jî peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî ye
Ji bo wexera dûmahiyê ya kesatiyê bernas ê Êzidiyan Mîr Coqî Elî Beg, ez serexweşiyê li malbata wî ya rêzdar û Mîrê Êzidiyan Rêzdar Mîr Hazim Tehsîn Beg û Wekîlê Mîrî Mîr Cehwer Elî Beg dikim û ez hevpişkê xema wan im.
Xudayê mezin canê wî bi behiştê şad bike û sebir û hedarê bide we.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
19.06.2025