Koçka Spî: Trump di du hefteyên bê de biryara şerê dijî Îranê dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka Koçka Spî ragihand, "Nabe ti kesek ji helwesta Trump a li ser Îranê matmayî be. Trump gelek dem û bizav ji bo gihîştina çareseriyeke dîplomatîk bi Îranê re xerc kirine."
Berdevka Koçka Spî Karoline Leavitt îro (Pêncşem, 19ê Hezîrana 2025ê) di konferanseke rojnamevanî de ragihand, “Têkiliyên Amerîka û Îranê piştî êrîşên Îsraîlê berdewam in.”
Berdevka Koçka Spî tekez jî kir, “Nabe ti kesek ji helwesta Trump a li ser Îranê matmayî be. Derfeteke mezin heye ku bi Îranê re danûstandin bên kirin da ku çareseriyeke dîplomatîk çê bibe. Dibe ku ev bê kirin û dibe jî ku neyê kirin.”
Karoline Leavitt herwesa got, “Di du hefteyên bê de, Trump dê biryarê bide ka gelo tevlî şerê li dijî Îranê bibe an na û niha karê wî yê pêşiyê ew e ku nabe Îran bibe xwediya çekê atomî.”
Wê ron jî kir, “Trump gelek dem û bizav xerc kirine da ku bi Îranê re çareseriyeke dîplomatîk bi dest bixe. Ew lihevkirina ji aliyê Witkoff ve ji bo Îraniyan hatiye pêşniyarkirin ketwarî û qebûlkirî bû.”
Berdevka Koçka Spî amaje jî da, “Îran niha ji her demekê zêdetir nêzîkî bidestxistina çekê atomî ye û ji ber wan êrîşên li ser Îranê hatine kirin, ew di rewşeke pir xirab de ye.”