Navendeke mafên mirovan haydariyê li ser bandora hêlana karî ya endamên Dadgeha Federal dide

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Navenda Stratejîk a Mafên Mirovan li Iraqê Hazim Rûdeynî haydariyê li ser metirsiya qebûlkirina hêlana karî ya dadweran li Dadgeha Federal dide, ew jî di demekê de ye ku amadekarî ji bo hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê di dawiya vê salê de tên kirin.
Rûdeynî di beyannameyekê de ragihand, “Hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê yên bê yên di meha Mijdara 2025ê de bê amadebûna endamên Dadgeha Federal dê bên kirin, ji ber ku benda 7ê ya madeya 93ê ya destûra Iraqê ya sala 2005ê dibêje ku Dadgeha Federal desthilata pejirandina encama dawiyê ya hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê heye.”
Navbirî ron jî kir, “Ev jî dibe sedema çêbûna valahiya danana qanûnan ji ber bidawîbûna dema Encûmena Nûneran li gorî madeya 49ê ya destûrê, ku ji roja rûniştina yekê ya destûrê ve ji bo dema çar salan tê destnîşankirin. Ev jî yanî ew gera encûmenê dê li roja 25ê Mijdara 2025ê bidawî bê û hikûmet dê ji bo pileya çavdêr bê veguhastin.”
Çavkaniyekê ji Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê ragihand, "Hêlana karî ya bikom li nav Dadgeha Federal a Iraqê ji ber doza Xur Ebdulahê çê bû.”
Di vê çarçoveyê de, Endamê Lijneya Qanûnî ya Encûmena Nûneran Mihemed Xefacî di beyannameyeke bilez de "hêlana karî ya endamên Dadgeha Bilind a Federal ragihand."
Mihemed Xefacî amaje jî da ku, ew li benda hûrgilî û sedeman in û ew wekî tiştekî neqanûnî binav kir.