Etman piştî 10 salan rizagar bû lê çavê malbatan li rêya 2500 windayên din e

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî derbasbûna zêdetirî deh salan ji Fermana li ser Şingalê, xortekî Êzidî yê bi navê Etman ji destê DAIŞê hat rizgarkirin. Malbata wî kêfxweşiya xwe bi serdana Perestgeha Laleşê nîşan da, lê di heman demê de rexne li hikûmeta Iraqê girtin ku ji bo dîtina bi hezaran kesên winda ti pêngavên cidî navêje.

Piştî zêdetirî deh salan dîlgirtin, xortê Êzidî Etman ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê hat rizgarkirin. Bi vê bûyera ku hêviyek nû di dilê malbatê de geş kir, Etman û malbata wî yekser serdana cihê pîroz Perestgeha Laleşê kirin û Etman careke din bi ava Kaniya Spî hat mor kirin.

Tevî vê şadiya mezin, malbat û kesûkarên Etman ji ber bêdengiya hikûmeta federal a Iraqê gelekî dilgiran in. Wan diyar kir ku ew êdî ji sozên vala yên hikûmetê bêzar bûne, ku bi salan e soz dide komîteyên lêgerînê ji bo kesên winda ava bike, lê heta niha ti sozek bicih neaniye.

Ji ber rewşa wî ya derûnî ya dijwar, Etman nekarî behsa salên xwe yên zehmet ên di bin destê DAIŞê de bike.

Dayika Etman: "Dilê me şa ye, lê birîna me kûr e"

Dayika Etman Leyla Şemo hestên xwe yên tevlihev ji K24ê re anî ziman û got:“Xweşbextane me ew xelas kir û anî Laleşê. Em gelek kêfxweş in, lê di dilê me de maye ku hîn gelek kes mane ku çarenivîsa wan ne diyar e. Tenê ji mala bavê wî 53 kes hîn winda ne û bi hezaran xwişk, bira, dê û bavên me mane ku em tiştekî li ser wan nizanin. Eger Hikûmeta Iraqê bi xema me ketiba, dê bi hezaran kes vegerandibûna, lê mixabin hikûmeta Iraqê gelek kêm kar kiriye.”

Qurbanî gazinan dikin: "Hikûmeta Iraqê sozên xwe bicih neanîne"

Her ku salvegera 11’emîn a fermana Şingalê nêzîk dibe, birînên malbatên qurbanîyan kûrtir dibin. Hediye Elyas, ku ew bi xwe jî ji destê DAIŞê rizgar bûye û zêdetirî 50 kes ji malbata wê hîn bêserûşûn in, rexneyên tund li hikûmetê girt.

Hediye Elyas got: “Hikûmeta Iraqê gelek soz dane me kesên rizgarbûyî ku dîl û êsîrên me yên mayî vegerînin. Lê mixabin, heta niha ev soz bicih neaniye ku bi hezaran dîlên me di destê DAIŞê de ne. Ew malbatên DAIŞê ji kampan derdixînin û tînin, lê heta niha ne bi xema me ketine, ne dîlên me anîne û ne jî malbatên me ji kampan derxistine.”

Berî nêzîkî du salan, Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê li Mûsilê ragihandibû, dê ji bo lêgerîna li kesên winda yên fermanê komîteyeke taybet were avakirin, lê ev biryar tenê li ser kaxezê ma û heta îro çarenivîsa zêdetirî 2.500 kesên Êzidî hîn jî ne diyar e.

 
Fly Erbil Advertisment