Berdevkê Artêşa Îsraîlê: Îranê ji destpêka şer ve zêdetir ji hezar dronî avêtine ser me

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Artêşa Îsraîlê ragihand, ew ji bo şerekî dirêj bi Îranê re amade ne û ew ê êrîşên xwe bidomînin heta ku hêza leşkerî ya Tehranê lawaz bikin.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Îvî Devrîn îro 21ê Hezîranê di konferanseke rojnamevanî de amara herî dawî û pêşhatên şerê di navbera welatê xwe û Îranê de eşkere kir.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê da zanîn, ji destpêka şer ve di 13ê mehê de, Îranê zêdetirî hezar dronî arasteyî Îsraîlê kirine, lê sîstema berevaniya asmanî ya welatê wan kariye piraniya wan têk bibe.
Devrîn tekezî li ser berdewamiya êrîşên xwe yên li ser Îranê kir û got: "Ev êrîş dê bibin sedema lawazkirina aliyê serbazî yê Îranê. Em ê rê nedin ku Tehran hêza xwe ya serbazî ji nû ve vegerîne. Em ji bo şerekî dirêj amade ne, gelek armancên din mane ku em li Îranê ji nav bibin."
Kuştina Fermandarên Payebilind
Devrîn di beşeke din a axaftina xwe de kuştina fermandarên payebilind piştrast kir û got: "Me li Îranê fermandar Şehriyarî kuşt, ku berpirsê veguhestina çekan di nav Hêza Qudsê ya ser bi Pasdaran ve bû. Ew berpirsiyar bû ji veguhestina çekan ji Îranê bo komên nêzîkî wê, di nav de Hizbullaha Lubnanî. Ji aliyê din ve, hêzên me Emîn Pûr Codaxî kuşt, ku berpirsê hêza dronan a Îranê bû."
Wekî ku berdevkê Artêşa Îsraîlê amaje pê kir, "Şeva borî me santrala atomî ya Îsfehanê bombebaran kir. Vê santralê bandoreke mezin di pêşxistina uranyumê û çêkirina çekan de hebû."
Şer di berbanga roja Înê, 13.06.2025an de dest pê kiribû, dema ku Îsraîlê bi zêdetirî 200 firokeyên şer gelek baregehên serbazî û navendên atomî yên Îranê bombebaran kiribûn. Îran jî wek bersiv, rojane bi dehan moşekan diavêje ser paytext Tel Avîv û parêzgehên din ên Îsraîlê.