Platforma Jinên Kurd li Diyarbekirê civiya: Yekîtiya neteweyî bi yekîtiya jinan pêkan e
Diyarbekir (K24) – Platforma Yekîtiya Jinên Kurd, konferansa xwe ya 3emîn li Diyarbekirê lidar xist. Di konferansa ku bi beşdariya jinan ji her çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê pêk hat de, peyama sereke “ji yekîtiya jinan ber bi yekîtiya neteweyî ve” bû.
Konferans di 21-22ê Hezîrana 2025an de hate lidarxistin û tê de raporên derbarê konferansên yekemîn û duyemîn de hatin pêşkêşkirin û nîqaşkirin. Beşdaran tekezî li ser wê yekê kirin ku ji bo avakirina yekrêziya neteweyî, divê di serî de yekîtiya jinan were xurtkirin.
“Yekîtî ji bo temamê Kurdan pêwîst e”
Endama Platforma Yekîtiya Jinên Kurd Zînnet Dinçer ji K24ê re ragihand ku ew dixwazin jin di vê pêvajoyê de rol û mîsyoneke sereke bilîzin û got: “Yekîtî ne tenê ji bo jinan, ji bo temamê Kurdan pêwîst e. Em hêvî dikin ku di nava hemû Kurdan de yekîtî pêk bê.” Dinçer herwiha pîrozbahî li hewldanên yekîtiyê yên li Rojavayê Kurdistanê kir û ew weke mînakeke girîng bi nav kir.
“Em dixwazin sînoran rakin”
Herwiha endama platformê Hulya Alokmen jî bal kişand ser têkoşîna dualî ya jinên Kurd hem ji bo çareserkirina kêşeya Kurd, hem jî ji bo azadiya jinê. Alokmen got, “Jinên Kurd dixwazin wan sînorên ne xwezayî yên ku gelê Kurd ji hev parçe kirine, rakin. Nasnameya me ya sereke jinbûn û Kurdbûn e ku li ser hemû partî û îdeolojiyan re ye.”
“Xurtbûna jinên Kurd dengê xwe dide vê konferansê”
Ji aliyê xwe ve, Gulbîn Şahîn diyar kir, ev konferans di pêvajoyeke girîng de tê lidarxistin û got: “Xurtbûna jinên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê îro dengê xwe dide vê konferansê. Ez hêvîdar im em ê encameke gelek xurt jê derxînin.”
Konferans bi nîqaş û pêşniyarên ji bo xurtkirina xebatên platformê di heyama bê de bi dawî bû.