Li Hewlêrê du dronên bombebarkirî hatin têkbirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Dijeterora Kurdistanê ragihand, li sînorê parêzgeha Hewlêrê du dronên bombebarkirî hatine têkbirin û xistin xwarê.
Li gorî daxuyaniya Dijeterora Kurdistanê, îro 22ê Hezîranê demjimêr 17:10ê êvarê, li nêzîkî gundê Darebenî yê ser bi parêzgeha Hewlêrê, du dronên bombebarkirî hatine dîtin û têkbirin.
Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin, di encama têkbirina dronan de, xweşbextane ti ziyaneke canî û madî çênebûye.