Medyaya Îsraîlê: Berpirsên Tel Avîvê hêvî dikin ku şer van rojan bidawî bibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Aloziya di navbera Îran û Îsraîlê de roj bi roj kûrtir dibe. Her du alî êrîşên leşkerî yên berfireh li dijî hev dikin û di heman demê de li hundirê welatan operasyonên li dijî "sîxuran" tên ragihandin. Tevî van geşedanan, hin çavkaniyên Îsraîlî hêviya xwe ya ji bo bidawîbûna şer di demeke nêzîk de tînin ziman.

Îsraîl: 100 êrîş li dijî Tehranê

Artêşa Îsraîlê ragihand, wan di nava du saetan de 100 êrîşên asmanî li dijî armancên li paytexta Îranê, Tehranê, pêk anîne. Li gorî daxuyaniya artêşê, wan rêyên gihîştina santrala atomî ya Fordoyê jî kirine armanc. Di encama van êrîşan de, elektrîka li bakurê Tehranê ji bo demeke kurt qut bû, lê Kompanyaya Elektrîkê ya Tehranê piştrast kir ku pirsgirêk hatiye çareserkirin û rewş vegeriyaye asayî.

Îran: Armancên stratejîk hatine lêdan

Li hember vê yekê, Supaya Pasdaran a Îranê eşkere kir, wan gelek armancên stratejîk li Îsraîlê bombebaran kirine. Hêzên Berevaniya Asmanî yên Îranê jî ragihandin ku heta niha 130 dronên Îsraîlê xistine xwarê.

Hikûmeta Îranê derbarê ewlehiya santralên xwe yên atomî de daxuyanî da û got, "Ti metirsiyeke qirêjbûna jîngehê bi tîrêjên atomî tune ye." Lê belê, hat gotin ku yek ji êrîşên Îsraîlê avahiya Heyva Sor a li Tehranê kiriye armanc.

Şerê îstixbaratê û girtin

Li gel êrîşên leşkerî, şerê îstixbaratê yê di navbera her du welatan de jî didome:

Li Îranê: Ajansa Tesnîm a Îranê belav kir, li rojavayê Tehranê dest hatiye danîne ser wesayîteke tijî dron û kesek bi tohmeta sîxuriya ji bo MOSSAD a Îsraîlê hatiye girtin. Wekî din, Polîsê Îranê desteserkirina torekê ku li deverên çiyayî yên rojavayê Tehranê dron difirandin, piştrast kir. 

Di heman çarçoveyê de, Desthilata Dadwerî ya parêzgeha Loristanê ragihand, 10 kes bi tohmeta sîxuriya ji bo Îsraîlê hatine destgîrkirin.

Li Îsraîlê: Medyaya Îsraîlî jî belav kir ku welatiyekî Îsraîlî li bajarê Hayfayê bi tohmeta sîxuriya ji bo Îranê hatiye girtin.

Berpirsên Îsraîlî hêvîdar in şer bidawî bibe

Ji aliyekî din ve, Ajansa “Reuters” ragihand, piştî êrîşan, herî kêm du keştiyên mezin ên petrolê li Tengava Hurmuzê ji rêya xwe vegeriyane, ku ev yek nîşana bandora neyînî ya aloziyê li ser bazirganiya deryayî ye.

Tevî van geşedanên germ, medya Îsraîlê ji zarê çend çavkaniyan ve ragihandin, berpirsên Îsraîlî hêvîdar in di çend rojên pêş de dawî li vî şerî were. 

 
Fly Erbil Advertisment