Qeterê ji ber metirsiyên ewlehiyê hemû geştên asmanî rawestandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gel gurbûna aloziya leşkerî ya li Rojhilata Navîn, Qeterê ragihand, ji ber sedemên ewlehiyê hemû geştên asmanî bi awayekî demkî hatine rawestandin. Ev pêngav piştî hişyariya Balyozxaneya Amerîkayê ya li Dohayê ji bo welatiyên xwe hat.
Di daxuyaniyeke kurt de, Wezareta Derve ya Qeterê îro 23ê Hezîranê diyar kir, "Ji bo parastina ewlehiya welatî û niştecihan, geştên asmanî bi awayekî demkî hatiye rawestandin."
Ev biryara hikûmeta Qeterê çend demjimêran piştî wê yekê hat, Balyozxaneya Amerîkayê ya li Dohayê bang li welatiyên xwe kiribû ku "li cihên xwe bimînin" û şîret li wan kiribû ku "heta daxuyaniyeke din xwe ji çûnûhatina nepêwîst dûr bigirin."
Balyozxaneyê diyar kir, ev pêngav "wek tedbîreke pêşîlêgirtinê" ye, lê ti hûrgiliyên din nedan.
Ev pêşhat di demekê de pêk tê, ji berbangê roja Înê, 13ê Hezîrana 2025an ve, Îran û Îsraîl bi mûşek û dronan êrîşan li dijî hev pêk tînin.
Tevî bangawaziyên dubare yên civaka navneteweyî ji bo rawestandina şer, êrîşên mûşekî didomin, bi taybetî piştî ku Amerîkayê ragihand, wan santralên atomî yên Îranê wêran kirine.