Qeter bi tundî êrîşa Îranê şermezar dike: Mafê me yê bersivdanê heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Qeterê, piştî êrîşa mûşekî ya Supaya Pasdaran a Îranê ya li ser baregeha asmanî ya El-Udeyd, daxuyaniyeke tund da. Wezaretê ragihand, êrîş "binpêkirineke eşkere ya serweriya Qeterê ye" û tekez kir ku ew mafê bersivdana rasterast ji xwe re diparêzin.

Wezareta Derve ya Qeterê îro 23ê Hezîranê li hejmara xwe ya tora civakî “X” belav kir: "Em bi tundî vê êrîşa ku baregeha El-Udeyd kiriye armanc şermezar dikin. Ev êrîş binpêkirineke eşkere ya serweriya Qeterê, qada wê ya hewayî û yasayên navneteweyî ye."

"Mafê Bersivdanê yê Qeterê heye"

Wezaretê hişyarî da û ragihand: "Qeter mafê bersivdana rasterast, bi awayekî ku li gorî reng û mezinahiya vê êrîşa eşkere be û li gorî yasayên navneteweyî be, ji xwe re diparêze."

Di heman demê de, wezaretê serkeftina leşkerî ya welatê xwe jî piştrast kir û got: "Sîstemên me yên berevaniya asmanî pêşî li êrîşê girtin û mûşekên Îranê bi serkeftî pûç kirin. Derbarê hûrgiliyên bûyerê de dê daxuyaniyeke din were dayîn."

Banga rawestandina şer

Qeterê ji bo kêmkirina aloziyê jî bang kir ku "berdewamiya van cure kiryarên leşkerî yên ku aloziyê gur dikin, dê ewlehî û aramiya herêmê têk bide." Wezaretê banga "rawestandina demildest a hemû kiryarên leşkerî û vegereke cidî bo ser maseya danûstandin û diyalogê" kir.

Wezareta Derve ya Qeterê tekez kir, ji bo misogerkirina ewlehiya hemû karmendên li baregeha El-Udeyd, çi ji hêzên Qeterê û çi ji hêzên dost, hemû tedbîrên pêwîst hatine girtin.

 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment