Siûdiye û Îmarat êrîşa Îranê ya ser Qeterê şermezar dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî êrîşa mûşekî ya Îranê ya li ser baregeha El-Udeyd a li Qeterê, Erebistana Siûdî û Îmarat bi daxuyaniyên tund, ev êrîş şermezar kirin û ev êrîş weke "binpêkirina yasayên navdewletî" binav kirin û piştgiriya xwe ya temam ji bo Qeterê ragihandin.
Erebistana Siûdî: Êrîş nayên qebûlkirin
Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî îro 23ê Hezîranî di daxuyaniyekê de got: "Em êrîşên Îranê yên li ser Qeterê şermezar dikin û em ê bi hemû şiyanên xwe piştgiriya Qeterê bikin."
Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin, "Em hevxemiya xwe ji bo welatî û niştecihên Qeterê tînin ziman. Ev êrîş binpêkirineke eşkere ya yasayên navdewletî ne û bi ti awayî nabe hincet ji bo van cure êrîşan were dîtin."
Îmarat: Binpêkirina serweriya Qeterê ye
Ji aliyê xwe ve, Wezareta Derve ya Îmaratê jî êrîş bi tundî şermezar kir û ew weke "binpêkirineke eşkere ya serwerî û qada asmanî ya Qeterê û herwiha binpêkirineke eşkere ya yasayên navdewletî" bi nav kir.
Di daxuyaniya Îmaratê de hat tekezkirin, ew piştgiriya hemû hewldanên ji bo parastina ewlehî û selametîya welatiyên Qeterê dikin û hevxemiya xwe ji bo wî welatî anî ziman.
Îran: Êrîş bersiva destdirêjiya Amerîkayê bû
Ev karvendan piştî wê yekê tên, Supaya Pasdaran a Îranê îro bi awayekî fermî berpirsiyariya êrîşa mûşekî ya li ser baregeha leşkerî ya El-Udeyd a li Qeterê girt ser xwe.
Di daxuyaniya Supaya Pasdaran de hat gotin, ev êrîş di çarçoveya operasyona "Mizgîniya Serkeftinê" de, weke bersivekê li hember "destdirêjiya leşkerî ya Amerîkayê ya li ser binkeyên atomî yên aştîxwaz ên Îranê" pêk hatiye.