Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya agirbesta navbera Îran û Îsraîlê dike

Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya ragihandina agirbesta navbera Îran û Îsraîlê dike û tekez dike ku, yekane rê ji bo tenahî û berdewamiya deverê diyalog û hevfêmkirin e.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Sêşem, 24.06.2025) li ser tora civakî ya Xê ragihand ku, pêşwaziya agirbesta navbera Îran û Îsraîlê dike ku ji hêla Serokê Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê Donald Trump ve hatiye ragihandin.

Nêçîrvan Barzanî herwesa nivîsiye, "Ez li wê bawerê me ku yekane rêya tenahî, ewlehî û jiyarxweşiya berdewam li Rojhilata Navîn diyaloga tevgir û avaker û hevfêmkirina navbera hemî aliyan e."

Serokê Herêma Kurdistanê herwesa got, "Ez spasî û rêzên xwe yên germ pêşkêşî Serok Trump û serkirdeyên din dikim, ji ber pabendbûna wan bi dîplomasî û çareserkirina aştiyane ya nakokiyan di vê dema giring de.”

Agirbesta navbera Îran û Îsraîlê seet 7:00 ê sibeha îro (Sêşem, 24.06.2025) hat destpêkirin. Serokê Amerîkayê Donald Trump ji her du aliyan xwast ku, ji bo pêkanîna aştiyê li deverê pabendî wê agirbestê bibin.

Trump li serê vê sibehê li ser tora civakî ya Truthê di postekî de lihevkirinek ji bo "agirbesta tevgir û tevav" di navbera Îran û Îsraîlê de ragihand. Li gorî gotina wî, ev lihevkirin dê "şerî bidawî bike".

 
Fly Erbil Advertisment