Îsraîl: Eger Îran agirbestê binpê bike, em dê bi tundî bersivê bidin

Israel Katz
Israel Katz

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Bergiriyê yê Îsraîlê radigehîne ku, wî ferman daye artêşa welatê xwe ku eger Îran agirbestê binpê bike, bi tundî êrîş bikin ser navenda Tehranê.

Wezîrê Bergiriyê yê Îsraîlê Israel Katz îro (Sêşem, 24.06.2025) ragihand ku wî ferman daye artêşa welatê xwe ku eger Îran agirbestê binpê bike, gelek bi tundî êrîş bikin ser navenda Tehranê.

Herwesa çavkaniyekê ji Nivîsîngeha Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî ragihand, “Îranê li serê sibeha îro (Sêşem, 24.06.2025) bi avêtina hejmareke mûşekan ber bi Îsraîlê ve agirbest binpê kiriye.”

Medyaya fermî ya Îranê jî li ser zarê hejmareke fermandarên payebilind ên artêşa Pasdaran red kir ku, Îranê agirbest binpê kiribe û ji dema ku agirbest hatiye ragihandin ve tu mûşekek avêtibe Îsraîlê.

Agirbesta navbera Îran û Îsraîlê seet 7:00 ê sibeha îro (Sêşem, 24.06.2025) hat destpêkirin. Serokê Amerîkayê Donald Trump ji her du aliyan xwast ku, ji bo pêkanîna aştiyê li deverê pabendî wê agirbestê bibin.

Trump li serê vê sibehê li ser tora civakî ya Truthê di postekî de lihevkirinek ji bo "agirbesta tevgir û tevav" di navbera Îran û Îsraîlê de ragihand. Li gorî gotina wî, ev lihevkirin dê "şerî bidawî bike".

 
Fly Erbil Advertisment