Erdogan: Em ê rê nedin proseya aştiyê bê têkdan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand, ew nahêlin proseya " Tirkiyeya Bêteror" were têkdan û tekez kir ku ew bi biryar in vê proseyê bi serkeftî bi dawî bînin.
Erdogan îro 24ê Hezîranê di daxuyaniya xwe de got: "Çi li derdora me û li herêmê biqewime bila biqewime, em ê li ser armanca xwe ya Tirkiyeyeke bê teror berdewam bin. Em ê tu derfetê nedin ku ev prose were têkdan û em ê li ser soza xwe bisekinin. Em vê proseyê weke siyaseta dewletê bi hişyarî bi rê ve dibin û me biryar daye ku em wê bi serkeftî bi encam bikin."
Serokomarê Tirkiyeyê derbarê rewşa Sûriyeyê de jî axivî û got: "Teror li herêma me weke amûrekê hat bikaranîn. Hewldanên hikûmeta nû ya Sûriyeyê yên ji bo aştiyê cihê kêfxweşiyê ne. Viyana wan a ji bo rûbirûbûna hemû rêxistinên terorîst gelekî xurt e û ew rê nadin kesên ku dixwazin Sûriyeyê ber bi paşerojeke tundûtûj ve bikişînin. Em ê piştevaniya pêwîst bidin wan."
Erdogan baweriya xwe anî ziman, hikûmeta Sûriyeyê dê li dijî "terorê" pêngavên bibandor bavêje û di demeke kurt de dê di vî warî de pêşketinan bidest bixe.