Mesrûr Barzanî: Eger em û Bexda lihev nekin, plana me ya din heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, şanda ku ji Bexdayê ji bo pirsa mûçeyan serdana Hewlêrê dike, ne tenê şandeke teknîkî ye, belkî "di asteke bilind de ye û xwedî desthilata biryardanê ye." 

Piştî civîna Encûmena Wezîran a îro Çarşemê (25.06.2025), Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di konferanseke çapemeniyê de, di bersiva pirsa peyamnêrê Kurdistan24ê de, hûrgiliyên girîng li ser şanda Bexdayê û alternatîfên hikûmetê ji bo pirsa mûçeyan aşkera kirin.

Şandeke bi desthilat, ne teknîkî

Serokwezîr Barzanî tekezî li ser wê yekê kir, şanda ku tê payîn ji Bexdayê bê Hewlêrê, ne şandeke rûtîn e û got: "Em deriyê gotûbêjan li gel Bexdayê em nagirin. Ew şanda ku biryar e bê Hewlêrê, ne tenê şandeke teknîkî ye. Soz dane me ku şandeke di asteke bilind de be, bikaribe biryarê bide û pirsgirêkê çareser bike."

Bi vê yekê Barzanî amaje bi wê yekê kir ku ew li bendê ne ku ev serdan bibe gava dawî ya çareserkirina krîza mûçeyan.

Plana B: Dahata navxwe û kêmkirina xerciyan

Li ser pirsa ka dê çi bikin eger bi Bexdayê re negihîjin rêkeftinê, Serokwezîr Barzanî "Plana B" ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê aşkera kir û wiha axivî:

"Eger em li ser çareserkirina pirsa mûçeyan bi Hikûmeta Iraqê re negihîştin rêkeftinê, em ê bi dahata navxwe û kêmkirina xerciyan, çi ji destê me bê, bikin ji bo ku em maf û şayisteyên darayî yên xelkê Herêma Kurdistanê dabîn bikin."