Zelenskyy: Min bi Trump re hevdîtineke baş û avaker kir

Volodymyr Zelenskyy û Donald Trump
Volodymyr Zelenskyy û Donald Trump

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Ukraynayê hevdîtina xwe ya bi Serokê Amerîkayê re wekî hevdîtineke erênî û avaker binav kir û got, "Me li ser agirbest û aştiyeke rastîn nîqaş kir."

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy îro (Çarşem, 25.06.2025) di çarçoveya Lûtkeya NATOyê de li bajarê Den Haagê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re hevdîtineke 50 deqîqeyî kir.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê nivîsiye, "Min bi Serokê Amerîkayê re hevdîtineke erênî, baş û avaker kir. Me li ser rêyên bidestxistina agirbestê û aştiyeke rastîn li Ukraynayê gengeşe kir."

Volodymyr Zelenskyy herwesa gotiye, "Min bi Trump re li ser kirîna sîstema bergiriya asmanî ya Amerîkayî û çêkirina dronan bi hevpariya her du aliyan gengeşe kirin."

Berpirsekî payebilind ê Serokatiya Ukraynayê ji Ajansa France Pressê re ragihandiye ku, Zelenskyy ji wê hevdîtinê razî ye û spasiya Trump dike.

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî hevdîtina xwe ya bi Zelenskyy re wekî hevdîtineke erênî binav kir û got, "Me bi Zelenskyy re demên dijwar derbas kirin, lê Zelenskyy nikarîbû nermtir ba.”

Piştî civîna wan a kurt li Romayê, ku li Nîsana borî di çarçoveya behiya Papa Francis de hat kirin, ev hevdîtina yekê ya navbera wan her du serokan e.

Ukrayna, ku ji sê salan zêdetir e bi dagirkirina Rûsyayê re rû bi rû ye, bi hezaran leşker ji dest dane. Ji bo dabînkirina hewcedariyên xwe yên leşkerî jî, wî pişta xwe zêde bi piştevaniya Rojava û Amerîkayê ve girê daye.

 
Fly Erbil Advertisment