Helebçe.. Di teqînekê de hejmareke welatiyan mir û hejmarek jî birîndar bû

Navenda Nûçeyan (K24) - Bombeyeke TNT li parêzgeha Helebceyê teqiya û di encamê de hejmareke welatiyan mir û hejmarek jî birîndar bû.
Berdevkê Rêveberiya Polîsan a Helebceyê Akam Mihemed ji peyamnêrê Kurdistan24ê Asan Mihemed re ragihand, “Ji encama teqîna bombeyeke TNT, li sibeha îro (Pêncşem, 26.06.2025) li devera Sazanê ya parêzgeha Helebceyê, sê kes mirin û çar kesên din jî birîndar bûn.”
Akam Mihemed amaje jî da ku tîmên wan çûne cihê wê bûyerê, ku cihekî pir asê ye û heta tora mobîlê jî tune ye û mirov tenê dikarin bi peya biçin wî cihî. Herwesa got, “Hemî qurbanî şêniyên parêzgeha Helebceyê ne.”
Berdevkê Rêveberiya Polîsan a Helebceyê amaje jî da, “Ew heft kes ji bo nêçîra masiyan çûne derdora wî gundî û ew TNTya ku wan dixwest ji bo nêçîra masiyan bi kar înaba bi wan bi xwe ve teqiya.”
Berdevkê navbirî herwesa eşkere jî kir, “Qurbaniyên wê rûdanê ji bo nexweşxaneya hawarhatinê ya Helebceyê hatin veguhasitn.”
Duhî jî (Çarşem, 25.06.2025) welatiyek bi navê Serheng Eyûb, ku xelkê qezaya Xelîfanê ya Îdareya Serbixwe ya Soranê ye, bi du hevalên xwe re ji bo nêçîra masiyan çûbû ser çemê Balekayetiyê, lê ji ber bikaranîna jeneratorekê ji bo nêçîra masiyan mir.
Qedexeya nêçîra masiyan li roja 21ê Hezîrana îsal qediya, lê li gorî rênimayan rê nayê dan ku nêçîrvan teqemeniyan û elektrîkê ji bo nêçîra masiyan bi kar bînin.
Li roja 20ê Adara 2025ê, qedexeya nêçîra masiyan hat ragihandin û hemî rengên nêçîra masiyan ji bo dema sê mehan hatin qedexekirin.