FAO: Li Sûriyeyê werzê genim yê herî xirab ê 60 salên dawî ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Xwarin û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbirtî (FAO) ragihand, werzê genim ê îsal li Sûriyeyê, di 60 salên dawî de werzê herî xirab e. Guherîna keşûhewayê û kêmbûna baranê bandoreke neyînî li nêzîkî 2.5 milyon hektar zeviyên çandiniyê kiriye û metirsiyeke mezin li ser ewlehiya xwarinê li welat çêkiriye.
Rapora FAO: Karesateke çaverêkirî
Li gorî rapora FAO, hişkesalî ku îsal li Sûriyeyê û herêmê serdest bû, bûye sedema karesateke mezin di sektora çandiniyê de. Nûnera FAO ya li Sûriyeyê Heya Ebû Esaf, derbarê rewşê de van agahiyan dide:
"Keşûhewaya hişk di werzê çandiniyê yê 2024-2025an de bandor li derdora %75 ji rûberê hatiye çandin kiriye. Her wiha bandor li çêrgehên xwezayî yên ji bo berhemên ajalî jî kiriye. Li gorî rêxistina me, ev werz ji dema 60 salan ve yê herî xirab e."
Ebû Esaf diyar dike ku tenê di warê genim de, keşûhewaya hişk zirar gihandiye nêzîkî 2.5 milyon hektar erd. Tê payîn ku îsal di navbera 2.5 û 2.7 milyon ton genim kêm be, ev jî tê wê wateyê ku berhemê heyî têra pêdiviyên navxweyî nake û divê Sûriye genim ji derve bikire. Ev kêmasî dê rasterast gefa birçîbûnê li ser jiyana 16 milyon û 300 hezar kesî li Sûriyeyê çêbike.
Cotkarên li Rojavayê Kurdistanê bêhêvî ne
Li Rojavayê Kurdistanê jî rewş ne cuda ye. Cotkarên ku debara xwe bi çandiniyê dikin, îsal bi ziyanên mezin re rû bi rû mane.
Cotkar Kawa Salih, ji gundewarê Amûdê, dibêje ku wî 40 hezar donim genim çandibû, lê ji ber ziwabûnê zirareke mezin bi qasî 200 hezar dolarî gihîştiye wî.
Cemşîd Hiso, cotkarekî din ê herêmê ye, destnîşan dike ku ji ber kêmbûna baranê, ew neçar mane ku zêdetir ava bîran (ava bin erdê) bikar bînin, ev yek jî hem lêçûneke zêde ye, hem jî çavkaniyên avê dixe metirsiyê.
Cotkarên herêmê hişyarî didin ku eger piştgiriyeke cidî ji bo çandiniyê neyê kirin, ew ê neçar bimînin dev ji karê xwe berdin.
Berhem kêm bûye, hikûmet genim ji derve dikire
Berî destpêka krîza Sûriyeyê di sala 2011an de, berhemê salane yê genim li welat digihişt 4.1 milyon tonî. Lê belê, ji ber şer û guherîna keşûhewayê, ev hejmar daketiye nêzîkî yek milyon tonî.
Wezareta Çandiniyê ya Sûriyeyê texmîn dike ku îsal li herêmên di bin kontrola hikûmetê de, berhemê genim dê tenê di navbera 300 hezar û 350 hezar tonî de be. Ji ber vê yekê, Dezgeha Giştî ya Dexlûdanê ragihandiye ku ew ê ji bo peydakirina pêdiviyan, dest bi kirîna genim ji derveyî welat bikin.