Bahçelî: Ji proseya “Tirkiyeya Bêteror” veger nîne, divê PKK bilez çekan deyne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî ragihand, bi banga Ocalan û biryara PKKê ya çekdanînê, prose gihiştiye qonaxeke hestiyar û "êdî ji vê rêyê veger nîne." Di heman demê de, wî bi tundî partiya sereke ya opozîsyonê, CHP, rexne kir û bi gendeliyê tometbar kir.

Bahçelî îro 1ê Tîrmehê di civîna komê ya li Meclisê de tekez kir, ew guh nadin hewlên ji bo têkbirina proseyê û dê ji bo aştiyeke mayînde karê xwe berdewam bikin.

"Perdeya dema reş divê were girtin"

Devlet Bahçelî destnîşan kir, armanca avakirina "Tirkiyeyeke bêteror" gaveke rast e û got: "Di sedsala nû de cihê terorê nîne. Em êdî naxwazin bacên hatine dayîn û êşên hatine kişandin dubare bibin. Tirkiye derbasî serdemeke nû bûye."

Herwiha daxwaz kir ku proseya çekdanîna PKKê bi lez û bez pêk were, da ku rê li ber pevçûnên nû neyê vekirin û wiha berdewam kir: "PKKê di arasteya daxuyaniya Îmraliyê de biryara çekdanînê dabû. Hevdîtinên DEM Partiyê jî girîng in. Pêwîst e proseya xwînî bi temamî bi dawî bibe û perdeya dema reş were girtin. Divê hêvî zêde bibin û keşûhewaya aştî serdest be. Êdî ji vê veger nîne."

Bahçelî: CHP êdî nizane çi dixwaze

Li aliyê din, Serokê Giştî yê MHPê bi gotinên tund êrîşî Partiya Gel a Komarî (CHP) kir û got, şaredariyên CHPê derfetên dewletê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî bikar tînin.

Bahçelî got: "Bayê gendeliyê şaredariyên CHPê dorpêç kiriye û guman ketiye ser kongreyên partiyê. Ev yek di serî de bêrêzî ye li hemberî milet. CHP êdî nizane çi dixwaze, çi dike û çi dibêje."

Herwiha amaje bi doza li ser betalkirina kongreya CHPê kir û got: "Ji bo me paşxistina vê dozê ne girîng e. Em parastina yekîtiya navxweyî ya CHPê ji bo demokrasiya Tirkiyeyê girîng dibînin. Mixabin CHP êdî bûye partiya kompaniyan û derfetên dewletê ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne."

 
Fly Erbil Advertisment