Ji bo madeya 140: Li Şingal û Şêxanê 4 nivîsgehên qerebûkirinê hatin vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya cîbicîkirina Madeya 140an de, li deverên Şêxan, Şingal, Şariya û Faydeyê çar nivîsgehên nû yên qerebûkirinê hatin vekirin. Armanca van nivîsgehan çareserkirina dosyeyên 31 hezar malbatên zerarê dîtine, ku heta niha qerebûya xwe wernegirtine.
Qaymeqamê Şingalê Nayif Seydo ji K24ê re ragihand, navenda nivîsgeha li Şingalê dê her sê qezayên Şêxan, Şingal û Mexmûrê li xwe bigire. Seydo da zanîn, ji 52 hezar dosyeyan, hîn 31 hezar dosye mane ku nehatine çareserkirin û got, heta niha tenê zerardîtên Kerkûk û Xaneqînê hatine qerebûkirin.
Endama Parlamentoya Iraqê Viyan Dexîl jî diyar kir, nivîsgeha Şingalê ji sala 2013an ve rawestiyabû, tevî ku her sal budce jê re dihat terxankirin.
Dexîl got: "200 milyar dînar ji bo qerebûkirina zerardîtan hat terxankirin. Beşek jê ji bo Kerkûk û Xaneqînê hat xerckirin, lê divê beşa mayî ji bo xelkê Şingal, Şêxan û Mexmûrê were dayîn."
Li gorî zanyariyan, belavbûna nivîsgehan ji bo hêsankirina karê welatiyan wiha ye: Zerardîtiyên navenda Şingalê dê serdana nivîsgeha Faydeyê bikin, yên Şêxanê serdana nivîsgeha Şêxanê, û xelkê devera Gir'uzêr û Sinûnê jî dê serdana du navendên li nav rêveberiya nahiya Şariyayê bikin da ku formên xwe pêşkêş bikin.