Serokê CHPê: Pêvajoya aştiyê tenê bi axiftinê nabe

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê CHPê ragihîne ku, ew Tirkiyeyeke bêteror û demokratîk dixwazin, lê ew tenê bi axiftinê nabe. Amajeyê jî dide, "Ji niha û pê ve, divê pereyên welatî li şûna şeran ji bo xizmetkariyan bên xerckirin."
Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel îro (Çarşem, 02ê Tîrmeha 2025ê) di civîneke partiya xwe de li Stenbolê li ser pêvajoya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, danana çekan a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û çend mijarên din axivî.
Ozgur Ozel di derheqa bidawîhatina şerê artêşa Tirkiyeyê û PKKê de tekez kir, "Bê guman CHP dixwaze teror bidawî bibe û tenahî peyda bibe. Herwesa êdî dayik negirîn û pereyên vî welatî jî li şûna şerê li dijî terorê bi xizmetkariyan bên dan."
Serokê CHP tekez jî kir, “Pêvajoya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tenê bi gotina 'Tirkiyeya bêteror' nayê bidestxistin. Em Tirkiyeyeke bêteror û demokratîk dixwazin. Em yekrêzî û tenahiya gelê xwe diparêzin, lê ew kiryarên ku ji hêla rayedaran ve tên kirin yekrêzî û tenahiyê têk didin. Em yekrêzî û edaletê dixwazin, em ji bo her kesî maf, qanûn û edaletê dixwazin."
Ev di demekê de ye ku, Rojnameya Hürriyetê û Malpera Mezopotamyayê parve kiriye, “Di demekê de ku amadekariyên ji bo avakirina komîsyonekê li Parlementoya Tirkiyeyê ji bo pêvajoya aştiyê ya nû li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê berdewam dikin, tê pêşbînîkirin ku Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan peyameke nû li ser danana çekan pêşkêşî serkirdetiya PKKê bike û ew jî bi kiryar li pey peyama wî biçin û komeke PKKê di çarçoveya merasîmeke rêkxistî de çekên xwe dane.”
Her li gorî wan haydariyên ku medyaya Tirkiyeyê parve kirine, “Merasîma danana çekan dê bi amadebûna medyayên navxweyî yên Kurdistan, Tirkiye û cîhanî bê lidarxistin, wekî niyeteke baş ji bo bicihanîna pêvajoya aştiyê û peyama Ocalan, di nav de jî hejmareke serkirde û fermandarên PKKê dê tevlî merasîma radestkirina çekan bibe.”
Herwesa biryar e ku komeke 50 kesî ji çekdarên PKKê li parêzgeha Dihokê û deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê çekên xwe di dema 10 rojan de li ber çavên medyayan radest bike.