Balyoza Fînlandayê xwesteka welatê xwe ji bo xurtkirina têkiliyan bi Herêma Kurdistanê re nîşan da

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî îro 2ê Tîrmehê pêşwazî li Balyoza Fînlandayê ya li Iraqê Anu Saarela kir. Hevdîtin bi boneya bidawîhatina erkê wê yê dîplomatîk pêk hat.
Di hevdîtinê de, Serokwezîr Barzanî spasiya Balyoz Saarinen kir ji bo hewl û xebatên wê yên di dema erka wê de ji bo pêşxistina pêwendiyên dualî û di karê wê yê nû de hêviya serkeftinê jê re xwest.
Ji aliyê xwe ve, Balyoza Fînlandayê pêzanîna xwe ji bo hemahengî û hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da û tekezî li ser daxwaza welatê xwe ya ji bo bihêzkirina pêwendiyan bi Herêma Kurdistanê re kir.
Di beşeke din a hevdîtinê de, behsa guhertin û pêşhatên dawî yên li Iraqê û navçeyê hat kirin. Herwiha, pêwîstiya çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de hat gotûbêjkirin.
Di vê çarçoveyê de, her du aliyan tekezî li ser girîngiya rêzgirtina li sîstema federal a Iraqê, statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê û maf û şayisteyên darayî yên Herêmê kirin.