Ajansek: Îro Putin û Trump bi telefonê diaxivin

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî ku Amerîkayê şandina çekan ji bo Ukraynayê rawestand, Serokê Rûsyayê û Serokê Amerîkayê îro bi telefonê diaxivin.
Ajansa Interfaxê ya nûçeyan a Rûsyayî îro (Pêncşem, 03ê Tîrmeha 2025ê) ragihand ku, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Amerîkayê Donald Trump îro bi telefonê diaxivin.
Ev jî di demekê de ye ku Cîgira Sekretera Rojnamevaniyê ya Koçka Spî Anna Kelly duhî (Çarşem, 02.07.2025) ragihand, "Ji ber ku berjewendiyên Amerîkayê ji bo me li pêşiyê ne, em dê şandina çekan ji bo Ukraynayê rawestînin."
Ji aliyekî din ve jî rojnameya Financial Timesê di raportekê de ragihand, “Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy sibe (În, 04.07.2025) bi telefonê diaxivin û li ser biryara ji nişkê ve ya Amerîkayê ji bo rawestandina şandina çekan ji bo Ukraynayê diaxivin.”
Ji dema dagirkirina Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê ve li Sibata 2022ê, Amerîkayê bi dehan milyar dolar wekî alîkariya leşkerî pêşkêşî Ukraynayê kirine.