Çavkaniyek bo Kurdistan24ê: Dronek li nêzîkî Balafirxaneya Kerkukê kete xwarê

Kerkûk
Kerkûk

Navenda Nûçeyan (K24) - Çavkaniyeke ewlehiyê ji Kurdistan24ê re ragihand ku, dronek li nêzîkî Balafirxaneya Kerkukê kete xwarê.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Kerkûkê Soran Kameran îro (Pêncşem, 03ê Tîrmeha 2025ê) got, “Dengekî bilind li taxa Bedriyê ya nêzîkî Balafirxaneya Kerkûkê hat bihîstin.”

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Kerkûkê amaje jî da ku, hêzên ewlehiyê gihîştine cihê wê bûyerê da ku sedema wê lêkolîn bikin.

Herwesa çavkaniyeke ewlehiyê ji Kurdistan24ê re got, “Dronek li nêzîkî Balafirxaneya Kerkûkê kete xwarê.”

 
Fly Erbil Advertisment