Serok Barzanî: Bi şanazî xwe wek endamekî Encûmena Piştgiriya Parêzgeha Helebceyê dizanim

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî di pêşwazîkirina şandeke Encûmena Piştgiriya Parêzgeha Helebceyê de ragihand, ew bi şanazî xwe wek endamekî vê encûmenê dibîne.
Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, Serok Mesûd Barzanî îro 5ê Tîrmehê li pêşwazî li endamên Encûmena Piştgiriya Parêzgeha Helebceyê kir.
Di destpêka hevdîtinê de, şanda mêvan bi navê xelkê Helebceyê spas û pêzanînên xwe ji bo rola Serok Barzanî di hewlên ji bo kirina Helebceyê bi parêzgeh de pêşkêş kirin. Herwiha spasiya Serokatiya Herêmê, Hikûmeta Herêmê, Parlamentoya Kurdistanê û nûnerên Herêmê yên li Bexdayê kirin ku bi hev re hewleke cidî dan ji bo serxistina vê pêngavê.
Şanda Helebceyê daxwaz kir ku Serok Barzanî di piştgiriya xwe ya ji bo parêzgehê de berdewam be û bi rêya dezgehên Herêmê xizmetguzariyên zêdetir bigihîjin navçeyê.
Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî bi germî pêşwazî li şanda mêvan kir û bal kişand ser dîrok û qurbaniyên mezin ên Helebceyê. Serok Barzanî ragihand, kirina Helebceyê bi parêzgeh, tenê mijareke manewî ye û ji bo gihandina zêdetir xizmetguzariyan e, lê ev pêngav bi qurbanîdan û mezinahiya Helebceyê re naye berawirdkirin.
Serok Barzanî herwiha da zanîn ku ew "bi şanazî xwe wek endamekî Encûmena Piştgiriya Parêzgeha Helebceyê dibîne" û got: "Erkê dezgehên Herêmê ye ku tişta di şiyana wan de be, ji bo xizmetguzariya Helebceyê pêk bînin."
Di heman hevdîtinê de, Serok Barzanî derbarê rewşa siyasî û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de jî agahiyên pêwîst pêşkêş kirin.


