Ozel piştî binçavkirina şaredarên CHPê: Desthilat dixwaze sindoqê rake

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel, piştî ku duh 3 serok şaredarên partiya wî hatin binçavkirin, daxuyaniyeke tund da. Ozel got, desthilatdarî bi van operasyonan amadekariyê dike ku sindoqan ji holê rake û dîktatoriyê cîbicî bike.

Piştî pêla operasyonên li dijî şaredariyên CHPê, siyaseta Tirkiyeyê careke din germ bû. Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel, bi daxuyaniyekê bertekeke tund nîşanî binçavkirina şaredarên partiya xwe da û hikûmet bi amadekariya "rakirina sindoqan" tawanbar kir.

3 Şaredarên bajarên hatin binçavkirin

Duh, 5ê Tîrmehê, di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê ve dihat meşandin de, operasyonek li dijî şaredariyên CHPê hat lidarxistin. Di encama operasyonê de Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê Zeydan Karalar, Serokê Şaredariya Semsûrê Abdurrahman Tutdere û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê Muhittin Bocek hatin binçavkirin.

Ozel: Li hemberî siyaseta demokratîk şer hatiye ragihandin

Li ser vê pêşketinê, Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel piştî civîna Desteya Rêveberiya partiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Ozel diyar kir, desthilatdariyê ne tenê li hemberî CHPê, lê li hemberî siyaseta demokratîk şer ragihandiye û got:

"Desthilat ji sindoqê û hilbijartinê ditirse û dixwaze bi fişaran heta hilbijartinê berdewam be. Di nava desthilatê de beşek kesan, sê dozger, sê dadwer û sê şahidên nehênî girtine ba xwe û ji 19’ê Adarê ve hemberî miletê şer ragihandine. Ev şer ne tenê hemberî me ye, hemberî siyaseta demokratîk e."

Serokê CHPê herwiha got, armanca dawî ya desthilatê rakirina sindoqan û avakirina dîktatoriyekê ye û got, "Êdî dixwazin sindoqê rakin, amadekariyên vê dikin, dixwazin dîktatorî cîbicî bikin. Tiştên kirine hincetê operasyonan bêbingehin.”

 
Fly Erbil Advertisment