Ji ber guherîna keşûhewayê masî li çemên Kurdistanê kêm bûne
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber guherîna keşûhewayê û kêmbaraniyê, berhema masiyên çem û rûbarên Herêma Kurdistanê bi awayekî berbiçav kêm bûye. Ev berhem, ku berê pêwîstiyên navxweyî yên Herêma Kurdistanê pêk dianîn, niha di rewşeke dijwar de ye.
Masîgirên li ser çem û rûbaran diyar dikin, ji ber kêmbûna asta avê, berhema masiyan gelek kêm bûye. Xwediyê kompaniya bazirganiya masiyan ji K24ê re got: "Li gorî salên borî, berhema masiyan pir kêm bûye û bi zehmetî peyda dibe. Rewş gihîştiye wê astê ku masîgir naçin nêçîrê, ji ber ku ewqas masî nagirin ku heqê benzîna motora belema xwe jî derxin."
Xwediyê kompaniyê herwiha behsa bihayê masiyan jî kir û got: "Niha tenê masiyên bi navê 'Tîre' ku masiyên biçûk in, di çem û rûbaran de hene. Kîloya wan bi 750 dînaran e û li bazarê bi hezar dînaran tê firotin."
Da zanîn jî, bihayê masiyê Karp jî daketiye; berê bi 10 heta 11 hezar dînaran bû, lê niha bi amadekirinê ve bi 8 hezar dînaran e. Masiyê Şebût jî ku bi sorbûnê ve bi 12 hezar dînaran tê firotin, pir kêm e û dibe ku rojane tenê yek an du heb peyda bibin.
Ev kêmbûna berhemê di demekê de ye ku roja Înê, 20ê Hezîrana 2025an, qedexeya sê mehan a li ser nêçîra masiyan li seranserê Herêma Kurdistanê bidawî bû û roja din nêçîr ji nû ve dest pê kir.
Li Herêma Kurdistanê 412 projeyên bi lîsans ên hilberîna goştê masiyan hene. Herwiha, çar projeyên hikûmetê jî ji bo hilberîna tilîmasiyan (masiyên biçûk ên ji bo zêdekirinê) kar dikin.
Ji bo ku Herêma Kurdistanê di warê masî de bigihîje asta xwetêrkirinê, salane pêdiviya wê bi nêzîkî 80 hezar ton masî heye.