Serok Barzanî û Meşhedanî tekez li ser çareserkirina pirsgirêkan di çarçoveya destûrê de dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê Mehmûd Meşhedanî kir û tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkan di çarçoveya destûrê de kir.
Serok Mesûd Barzanî îro 6ê Tîrmehê pêşwazî li şandeyeke Encûmena Nûneran a Iraqê bi serokatiya Serokê Encûmenê, Mehmûd Meşhedanî kir.
Di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraqê, pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, û bi taybetî mijara birîna mûçeyên mûçexurên Herêmê hatin gotûbêjkirin.
Her du aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku divê hemû pirsgirêk di çarçoveya destûrê de û li ser bingeha prensîbên hevparî, hevsengî û lihevkirinê bên çareserkirin. Bi taybetî hat destnîşankirin, bi ti awayî nabe debara welatiyên Herêmê bibe beşek ji nakokiyên siyasî yên di navbera aliyên siyasî, Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêmê de.
Di heman çarçoveyê de hat gotin, divê pirsgirêka şandina mûçe û mafên darayî yên Herêmê di zûtirîn dem de were çareserkirin.
Hilbijartinên pêşerojê yên Encûmena Nûneran a Iraqê, hevahengiya di navbera aliyan de ji bo çareserkirina kêşeyan û rastkirina şaşî û kêmasiyên di proseya siyasî ya Iraqê de, mijareke din a hevdîtinê bû.