Tirkiye par bi dahata çandiniyê li rêza heftê ya welatên cîhanê bû

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Çandiniyê yê Tirkiyeyê dibêje, “Dahata çandiniyê ya Tirkiyeyê par gihîşt 74 milyar dolaran û ew cara yekê bû ku gihîşt wê astê.”

Wezîrê Çandiniyê yê Tirkiyeyê Ibrahim Yumaklı îro (Yekşem, 06ê Tîrmeha 2025ê) ragihand, “Tirkiye li sala 2024ê di warê dahata çandiniyê de li ser astê cîhanê rêza heftê bi dest xist, ji ber ku dahata berhemên çandiniyê yên Tirkiyeyê par gihîşt 74 milyar dolaran.”

Wezîrê Çandiniyê yê Tirkiyeyê amaje jî da, “Li gorî amarên Banka Navneteweyî yên par li bernaberî sala 2023ê, dahata Tirkiyeyê ji berhemê çandiniyê bi rêjeya 7% bilind bûye.”

Ibrahim Yumaklı eşkere jî kir, "Ji bo cara yekê Tirkiye di warê dahata çandiniyê de ji berbesta 70 milyar dolarî derbas bû. Ez ji bo vê yekê pîrozbahiyê li berhemîner û pîşesazan dikim."