Di êrîşa Hûsiyan a li ser keştiyekê de du kes hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Desthilata Deryayî ya Brîtanyayê ragihand, çekdarên Hûsiyên Yemenê li Deryaya Sor êrîşên xwe didomînin û di nava 24 saetan de êrîşî du keştiyên bazirganî kirine. Di encama van êrîşan de, 2 endamên tîma keştiyekê hatin kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyekê de, Desthilata Deryayî ya Brîtanyayê îro 8ê Tîrmehê aşkere kir, çekdarên Hûsiyan bi pênc mûşekên balîstîk êrîşî keştiya bi navê "Magic Seas" kirine.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, "Ji ber êrîşên mûşekî yên Hûsiyan, keştiya 'Magic Seas' zirareke mezin dîtiye." Herwiha hatiye tekezkirin ku "keştî di bin êrîşeke berdewam a çekdarên Hûsî de ye" û ev duyemîn keştî ye ku di nava 24 saetan de li Deryaya Sor tê armanckirin.

Ji aliyê xwe ve, Saziya Ewlehiyê ya Brîtanî AMBREY ragihand ku roja Duşema borî, êrîşek li ser keştiyeke barhilgir a bi ala Lîberyayê pêk hatibû. Di encama wê êrîşê de, du endamên tîma keştiyê hatibûn kuştin û du endamên din jî birîndar bûbûn.

Alîkarê Wezîrê Karkerên Koçber ê Fîlîpînê Hans Cacdac, nasnameya keştiyê wek "MV Eternity Sea" eşkere kir û da zanîn ku ji 22 endamên tîma wê, 21 kes welatiyên Fîlîpînê ne.

Piştî destpêkirina şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de di Cotmeha 2023an de, Hûsiyan bi dehan êrîşên mûşekî û bi dronan li dijî keştiyên bazirganî yên girêdayî Îsraîl û hevpeymanên Amerîkayê pêk anîne. Piraniya van moşekan ji aliyê hêzên deryayî yên hevpeymanan ve hatine bêbandorkirin.

 
 
Fly Erbil Advertisment