Bahçeli: Tirkiye bi lez ber bi aştiyê ve gavan diavêje

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Serokê Partiya Tevgera Neteweyî ya Tirkiyeyê (MHP) amajeyê dide ku, Tirkiye bi lez ber bi aştiyê ve gavan diavêje.
Serokê MHPê Devlet Bahçeli Îro (Sêşem, 08ê Tîrmeha 2025ê) di civîna fraksiyona xwe de li parlementoya Tirkiyeyê ragihand, "Di demekê de ku pêşketinên girîng di derheqa armanca Tirkiyeyeke bêteror de hene, hin alî rastiyan dişêwînin.”
Devlet Bahçeli herwesa got, "Tirkiye di nîva pêvajoyeke dîrokî de ye û em dê li wan kesên bizavê dikin ku rewşeke gotgotkên nerast ji bo vê pêvajoyê biafirînin neborin."
Serokê MHPê got, "Tirkiye ber bi aştî û tenahiyê bi lez gavan diavêje û ew gav bi awayekî mukom û durist tên avêtin."
Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Ozgür Özel jî ji aliyê xwe ve duhî (Duşem, 07ê Tîrmeha 2025ê) di derheqa pêvajoya aştiyê de di nûtirîn daxuyaniya xwe de ragihand, “Derfetek çê bûye ku em li ser pirseke 100 salî zal dibin û ji pirsgirêka terorê li Tirkiyeyê xilas bibin.”
Ozgür Özel tekez jî kir, “Divê Kurd û Tirk bi hev re bixebitin û vê derfetê bi kar bînin.” Amaje jî da, "Eger ev derfet ji dest biçe, careke din pirseke çareseriyê peyda nabe. Lê eger ev derfet bê bi kar anîn, dibe ku Tirkiye tevlî Yekîtiya Ewropayê bibe û ev yek jî ji bo paşeroja her kesî pir baş e."