Zelenskyy ji welatên Rojavayê dixwaze zêdetir cezayan li ser Rûsyayê bisepînin

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî ku Rûsyayê şevêdî êrîş kir ser Kiyêvê, Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy daxwaz ji hevpeymanên welatê xwe kir ku zêdetir cezayan li ser Rûsyayê bisepînin.
Rojnameya “The Guardian”ê îro (Pêncşem, 10ê Tîrmeha 2025ê) parve kir, “Li derengiya şevêdî, Rûsyayê bi 400 dronan û 18 mûşekan êrîşeke mezin kir ser Kiyêvê.”
Serokê Ukraynayê li ser torên civakî daxwaz kiriye û gotiye, "Hevpeymanên me yên li Rojavayê, divê di zûtirîn dem de zêdetir cezayan li ser Rûsyayê bisepînin. Divê ew zexteke zêde jî bixin ser Putin, da ku bizane ew tawanên li dijî gelê Ukraynayê dike bê ceza namînin."
Şêniyên Kiyêvê li serê sibeha îro bi dengê gelek teqînan şiyar bûn, hin ji wan teqînan ên sîstema dijeasmanî ya Ukraynayê bûn ku bizav dikir wan dronên ku Ukraynî ji ber dengê wan ê bilind jê re 'motorên asmanî' dibêjin, bixin xwarê.
Şêniyekî Kiyêvê ji peyamnêrê “The Guardian”ê re got, "Me şevêdî berdewam dengê teqînan bihîst, niha asmanê Kiyêvê bi dûmana reş hatiye nixumandin û Piraniya şêniyan şeva xwe li penageh, tunel û westgehên metroyan derbas kir.”
Ev du şev in ku, Rûsya êrîşên mezin bi dron û mûşekan dike ser Kiyêvê. Heta niha, di wan êrîşan de sê kes hatine kuştin û çend kesên din jî birîndar bûne.