Devlet Bahçeli: Rojên nexweş bidawî dibin

Devlet Bahçeli
Devlet Bahçeli

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Partiya Tevgera Neteweyî ya Tirkiyeyê (MHP) di daxuyaniya xwe ya yekê li bernaberî çekdanîna komeke Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de got, “Bi danîna çekan, rojên nexweş bidawî dibin.”

Serokê Partiya Tevgera Neteweyî ya Tirkiyeyê (MHP) Devlet Bahçeli îro (În, 11ê Tîrmeha 2025ê) li ser danîna çekan ji aliyê komeke endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) daxuyaniyek da.

Serokê Partiya Tevgera Neteweyî ya Tirkiyeyê (MHP) di daxuyaniya xwe de got, “Erdogan û hikûmeta Tirkiyê xwe wekî xwediyên pêvajoya aştiyê dibînin.” Amaje jî da, "Devera me di rojên dîrokî re derbas dibe û Tirkiye aram dibe."

Pêvajoya çekdanînê ya PKKê îro (În, 11ê Tîrmeha 2025ê) li şkefta Caseneyê li devera Sûrdaşê ya qezaya Dukanê bi danîna çekan ji aliyê 30 endamên PKKê ve bi rê ve çû.

Ev jî piştî banga Rêberê PKKê yê girtî Abdullah Ocalan tê, ku li roja 27ê Sibata îsal daxwaz ji PKKê kir ku xebata xwe ya çekdarî bidawî bîne û rêya demokrasiyê li Tirkiyeyê bide ber xwe.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment