Erdogan: Pêvajoya çekdanînê ya PKKê pêngaveke girîng bû

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di derheqa pêvajoya îro ya çekdanînê ya hejmareke çekarên PKKê de ragihand ku, pêngaveke girîng bû; herwesa ew hêvî dike ku vê pêngavê feyde ji bo Tirkiyeyeke "bê teror" hebe.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro (În, 11ê Tîrmeha 2025ê) di nûtirîn peyama xwe de li ser pêvajoya îro ya çekdanînê ya hejmareke çekdarên PKKê got, “Em ji Xudê dixwazin ku em bigihîjin armancên xwe.”
Serokkomarê Tirkiyeyê herwesa ragihand, “Pêvajoya îro pêngaveke girîng bû û em hêvîdar in ku, wê pêngavê ji bo Tirkiyeyeke "bê teror" feyde hebe.”
Komeke endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ku ji 30 çekdaran pêk dihat îro (În, 11ê Tîrmeha 2025ê) li şkefta Caseneyê li devera Sûrdaşê ya qezaya Dukanê wekî niyetpaqijî ji bo pêvajoya aştiyê ya Tirkiyeyê çekên xwe danîn û şewitandin.
Peyamnêrê Kurdistan24ê Aras Emîn got, “Di nav wan çekdaran de, çar fermandarên payebilind ên PKKê jî çekên xwe danîn.”
Wekî bersivek ji bo banga Rêberê PKKê yê girtî Abdullah Ocalan ya roja 27ê Sibatê, komeke çekdarên PKKê îro çekên xwe danîn û şewitandin.