DEM Partî: Em pêşbînî dikin hefteya bê Demîrtaş bê berdan

Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 8'ê Tîrmehê de careke din tekez kiribû ku girtina Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ji aliyê Tirkiyeyê ve binpêkirina mafan e.
Li ser vê biryarê, Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê serî li 22emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê da û daxwaza berdana Selahattîn Demîrtaş û Hevseroka berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag kir, ku niha di çarçoveya Doza Kobanîyê de girtî ne.
Cîgirê Hevserokên DEM Partiyê Ozturk Turkdogan tekezî li ser wê yekê kir ku DMME di biryara xwe ya çaremîn a derbarê Demîrtaş de ragihandiye ku "ev girtin ne rewa ye û sedemên wê siyasî ne."
Turkdogan her wiha diyar kir, DMME di biryara xwe de rasterast destnîşan kiriye ku girtina Demîrtaş di vê dozê de bêhiqûqî ye û got: "Ji ber ku doz li ber destê dadgehê ye, divê dadgeh bêyî derengxistinê biryara berdanê bide. Em pêşbînî dikin ku hefteya bê Demîrtaş bê berdan."
Demirtaş ji 4ê Mijdara 2016an ve ji ber Doza Kobanê Li girtîgeha Edîrneyê girtî ye. Roja 7'ê Gulanê a borî jî ji aliyê Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ve 42 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Herwiha dadgehê cezayên 30 sal li hevseroka berê ya HDPê Fîgen Yuksekdag birîbû.