Fermandarekî leşkerî yê Muqteda Sedir li parêzgeha Mîsanê hat kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) - Çavkaniyeke ewlehiyê ragihand ku, fermandarekî leşkerî yê Muqteda Sedir li parêzgeha Mîsanê hatiye kuştin.
Wê çavkaniyê herwesa got, "Serkirdeyê Seraya Selamê Ziya Elyasirî li parêzgeha Mîsanê piştî êrîşeke çekdarî hat kuştin."
Her wê çavkaniyê ron jî kir, “Ziya Elyasirî wekî fermandarê siriya 21ê li nav fewca çarê ya Seraya Selamê li Mîsanê kar dikir.”
Çavkaniyeke din jî ya ewlehiyê li Mîsanê ji aliyê xwe ve ragihand, “Duhî (Yekşem, 13ê Tîrmeha 2025ê) danê êvarê, serkirdeyekî navdar ê tevgera Sedir li nav mala xwe li Mîsanê xwe kuşt.”
Wê çavkaniyê herwesa got, "Ziya Elyasirî yê 40 salî di mala xwe de bi rêya bikaranîna çekî xwe kuşt û sedema xwekuştina wî hîn jî nayê zanîn."
Her wê çavkaniyê amaje jî da ku, hêzên ewlehiyê lêkolînê li ser wê bûyerê dikin û termê wî amir sirî jî ji bo pişka pizişkiya dad hatiye veguhastin.