PWK û HAK-PAR: Divê Pirsa Kurd weke dozeke neteweyî û bi hemû aliyan re bê gotûbêjkirin
Stenbol (K24) – Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) û Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) radigihînin: DEM-Partî bi serê xwe nikare nûnertiya Kurdan bike û divê dewleta Tirkiyeyê bi nûnerên rasteqîn ên Kurdan re çareserkirina pirsa Kurdî gotûbêj bike. Li gor HAK-PARê asayî ye ku dewlet bi PKKê re danîna çekan biaxive, lê ji bo çareserkirina Kurdî divê bi partiyên Kurdistanî re jî rûne.
Mijara bêçekkirina PKKê û çareserkirina pirsa Kurdî li Tirkiyeyê kengê bibe rojev, tenê PKK û DEM-Partî dibin hevtayên pêvajoyan.
Lêbelê aliyên din jî henin ku xwe wekî hevtayê çareserkirina pirsa Kurdî dibînin. Yek ji wan Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ye ku daxwazên DEM-Partiyê yên ji bo çareserkirina pirsa Kurdî kêm dibîne û hêvî dike dewleta Tirkiyeyê digel partî û rêxistinên din ên Kurdistanî jî rûne.
Serokê PWKê Mistefa Ozçelîk ji K24ê re ragihand, muxatabê pirsa Kurd divê hemû pêkhateyên Bakurê Kurdistanê bin û got: "Muxatabê pirsa Kurd ne tenê Ocalan, dewleta Tirk, PKK û DEM Partî ye. Hemû pêkhateyên siyasî, sivîl û kesayetên qebûlbar ên Bakurê Kurdistanê ne. Çarenivîsa 30 mîlyon Kurd nabe ku li pişt deriyên girtî û tenê di navbera Ocalan û dewleta Tirk de were birêvebirin."
Ozçelîk daxwazên bingehîn wiha rêz kirin: “Divê hebûna miletê Kurd bê qebûlkirin, zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdeyê û divê hemû qedexeyên li ser navê ‘Kurdistanê’ ji holê rabin.”
Dê di demeke nêzik de li Parlamentoya Tirkiyeyê dê komîsyoneka pêvajoyê çareseriyê ava bibe û dê ew komîsyon biryarê li ser mafên Kurdan û bêçekkirina PKKyê bide.
Lê Serokê HAK-PARê Dûzgûn Kaplan jî cudahiyê dixe navbera mijara çekan a PKKê û pirsa neteweyî ya Kurdan. Kaplan amaje pê kir ku li parlamenê nûnertiyeke rasteqîn a Kurdan nîne û got: "Dewlet dikare ji bo çekberdanê bi PKKê re rûnê, lê divê meseleya Kurd bi awayekî şefaf bê axaftin. Pirsa PKKê cuda ye, pirsa Kurd cuda ye."
Kaplan da zanîn, HAK-PAR pirsa Kurd weke "meseleyeke neteweyî" dibîne û got: "Kurd jî wek Tirk miletek e, ziman û cografyaya wî heye. Em wek HAK-PAR dikarin vê temsîliyetê bikin."
PKK’ê roja Îniyê çekên xwe danîbû û daxwaza çaksaziyên yasayî ji hikûmeta Tirkiyeyê kiribû. Piştî rojekê jî Erdoganî soza avakirina komîsyonekê li parlamentoyê dabû.
Lê heta niha çi amajeyek jî nîne ku hikûmeta Tirkiyeyê ji dervayî PKK û DEM-Partiyê bi ti rêxistineka din a Kurdistanî re rûne. Ev siyaset dibe ku çekan bide danîn, lê zehmet e ku pirsa Kurdî bi temamî çareser bike.