Nebîh Birî: Hizbûlah amade ye ji başûrê rûbarê Lîtaniyê vekişe
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Parlamentoya Libnanê Nebîh Birî ragihand ku Hizbûlah amade ye ji deverên başûrê rûbarê Lîtaniyê vekişe, bi wî şertî ku Îsraîl jî ji deverên dagirkirî derkeve û agirbesteke giştgir û bêşert bê ragihandin.
Serokê Parlamentoya Libnanê û hevalbendê nêzîk ê Hizbûlahê Nebîh Birî îro (În, 5ê Hezîrana 2026ê) di daxuyaniyekê de eşkere kir ku ew kom ku ji aliyê Îranê ve tê piştgirîkirina, amade ye ji deverên başûrê rûbarê Lîtaniyê vekişe, "eger Îsraîl ji wan cihên ku dagir kirine vekişe û agirbesteke giştgir peyda bibe."
Birî, ku di eynî demê de wekî navbeynkarê Hizbulahê kar dike, di beyannameyekê de eşkere kir: “Ez li ser vekişîna Hizbulahê ji başûrê rûbarê Lîtaniyê hevnerîn im, bi şertekî ku ev pêngav ligel vekişîna Îsraîlê ji deverên ku dagir kirine be.”
Serokê Parlamentoya Libnanê herwesa tekez jî kir ku ji bo bidawîanîna wan şer û pevçûnên ku li deverê peyda bûne, pêdivîtî bi îmzakirina "agirbesteke tam, giştgir û bêşert" heye.
Ev gotinên Nebîh Birî di demekê de ne ku li gorî raporteke Ajansa Reutersê, aloziyên Rojhilata Navîn derbaz bûne qonaxeke nû; tevî ku Serokê Amerîkayê bizavê bo aramkirina rewşê dike, Hizbûlaha Libnanê û Îsraîl bi tundî lihevkirina agirbestê û vekişîna hêzan red dikin. Tehran hişyariyeke tund dide û şer jî ewlehiya enerjiya cîhanî li Tengava Hurmizê xistiye xeterê.