Almanya: Piraniya kesên nasname wergirtine ji Sûriyeyê ne
Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsên Pişka Amar û Datayan a Almanyayê hûrgiliyên nû yên dana nasnameyê bi penaber û koçberan belav kirin; li gorî amaran, di sala 2025ê de 332 hezar û 500 kesan li Almanyayê nasname wergirtiye, ku ev yek li hember salên borî bi rêjeya 14% zêde bûye û piraniya kesên ku nasname wergirtine jî welatiyên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ne.
Berpirsên Pişka Amar û Datayan a Almanyayê hûrgiliyên dana nasnameyan bi penaber û koçberan di sala 2025ê de belav kirin. Li gorî amaran; sala borî 332 hezar û 500 kesan li Almanyayê nasname wergirtiye, ku ev yek li hember salên berê bi rêjeya 14% zêde bûye.
Amar nîşan didin ku piraniya wan kesên ku nasname wergirtine jî welatiyên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ne. Ji çaran yek ji wan kesên ku sala borî li Almanyayê nasname wergirtine bi eslê xwe ji Sûriyeyê ne.
Piştî welatiyên Sûriyeyê, Tirk û Rûsî bo wergirtina nasnameya Almanyayî di rêzên duyê û sêyê de tên, bi rengekî ku di sala 2025ê de 34 hezar kesên Tirk û 19 hezar û 700 kesên Rûsî nasnameya Almanyayî wergirtiye.