Şanda Îmraliyê bi Fraksiyona AK Partiyê re civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) - Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê li Parlamentoya Tirkiyeyê ligel Firaksiyona AK Partiyê civiya û reşnivîsa "Qanûna Çarçoveyê" nîqaş kir, ku li gorî daxuyaniyên Pervin Buldan, ev qanûna bingehîn mafê vegerê an çûna welatekî din dide endamên PKKê û pêvajoya demokrasiyê li wî welatî bileztir dike.

Şanda Îmraliyê ji Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) îro (În, 5ê Hezîrana 2026ê) li Parlamentoya Tirkiyeyê ligel Firaksiyona Partiya Dad û Pêşxistinê (AK Partî) civiya, bi merema nîqaşkirina reşnivîsa "Qanûna Çarçoveyê".

Li gorî wan zanyarên ku hatine belavkirin, di wê civînê de ku di nav avahiyê Parlamentoya Tirkiyeyê de birêve çû, her du aliyan reşnivîsa qanûneke bingehîn nîqaş kir, ku wekî "Qanûna Çarçoveyê" an qanûna bingehîn tê naskirin. Hat diyarkirin jî ku Şanda Îmraliyê dê li ser nîqaşkirina vê pirojeqanûnê berdewam be.

Pêşter endama Şanda Îmraliyê Pervin Buldan, piştî civîna xwe ya ligel Abdullah Ocalan di 24ê Gulana borî de, ragihandibû: "Plana me heye reşnivîsa Qanûna Çarçoveyê, ku ji 7 heta 8 xalan pêk tê, pêşkêşî Ocalan bikin."

Buldan herwesa dabû zanîn ku di civînên sê-saetî yên li girava Îmraliyê de, Abdullah Ocalan nirxandineke dirêj bo naverok û çarçoveya qanûnê kiriye û tekez li ser wê yekê kiriye ku divê ev qanûn bibe "qanûneke bingehîn", ji ber ku piştî derketina wê, pêvajoya demokrasiyê li Tirkiyeyê bileztir dibe.

Li ser naveroka wê qanûnê jî, Buldan gotibû: "Ev qanûn tenê bo carekê derdikeve; li gorî wê qanûnê endamên PKKê dikarin di demeke diyarkirî de ji vê qanûnê feydeyî werbigirin û vegerin Tirkiyeyê an biçin her dereka din ku ew bi xwe dixwazin."

Şanda Îmraliyê, ku ji siyasetmedarên Kurd pêk tê, roleke serekî di pêvajoyên diyalogê de dilîze, bo çareserkirina pirsgrêka Kurdan li Tirkiyeyê. Danûstandinên di navbera DEM Partî û AK Partiyê de li ser vê pirojeqanûnê, wekî bizaveke nû ya siyasî tên dîtin, ji bo dîtina rêçareyekê ji bo vegera çekdarên PKKê û avakirina bingeheke qanûnî bo qonaxeke nû ya aştiyê li Tirkiyeyê.