DEM Partiyê nameyek li ser ‘Mafê Hêviyê’ bo Ocalan şand Encûmena Ewropayê
Navenda Nûçeyan (K24) - Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) ragihand ku wan nameyeke fermî rasterast ji bo Komîteya Wezîran a Encûmena Ewropayê şandiye, li ser bicihanîna biryara "Mafê Hêviyê" bo Rêberê PKKê yê girtî; biryar e hefteya bê ev pirs di civîna wê komîteyê de bibe rojev û aliyê Kurdî jî ji nêzîk ve çavdêriya wê pêvajoyê dike.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan îro (În, 5ê Hezîrana 2026ê) di nameyekê de bo Komîteya Wezîran a Encûmena Ewropayê tekez li ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kir, ku dibêje "Mafê Hêviyê" bo Abdullah Ocalan hatiye binpêkirin.
Li gorî daxuyaniya DEM Partiyê, di wê nameyê de daxwaz hatiye kirin ku Komîteya Wezîran bi cidî serederiyê ligel "Qanûn Nelson Mandela" û prensîpa "Mafê Hêviyê" bike, ku parek ji biryarên pabndker ên Neteweyên Yekbûyî ne divê Ocalan jî mîna girtiyên din ji vî mafî feydeyî werbigire.
Hevserokên Dem Partiyê diyar jî kiriye ku vê mijarê peywendiyeke rasterast bi pêvajoya aştiyê re heye, ku niha li Tirkiyeyê behsa wê tê kirin; ji ber wê yekê jî daxwaz kirine ku Komîteya Wezîran bi awayekê avaker û li ser bingeha mafên mirovan vê dosyeyê yekalî bike.
"Mafê Hêviyê" wê manayê dide ku ew girtiyên cezayê zindanîkirina heta-hetayê li ser wan hatiye sepandin, mafê wan hebe ku piştî demeke diyarkirî çav bi cezayên wan de bê gerandin û hêviya wan a azadkirinê hebe; lê heta niha Tirkiye rêyê li bicihanîna vî mafî bo Ocalan dike.