Hoşyar Zêbarî: Êrişên li ser zeviyên petrolê û firokexaneyan destdirêjiyeke eşkere ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Hoşyar Zêbarî ragihand, êrişên bi dronan ên li ser zeviyên petrolê û firokexaneyên Herêma Kurdistanê, destdirêjiyeke eşkere ye ku ji aliyê "hêzên ne-dewletî" ve tê kirin.
Hoşyar Zêbarî îro 15ê Tîrmeha li ser hejmara xwe ya tora civakî ya "X" nivîsî û got, ev çend roj in komên çekdar ên alîgir bi dronan êrişî zevî û dezgehên petrolê û herdu firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê dikin û zirara madî gihandine wan.
Hoşyar Zêbarî amaje bi wê yekê jî kir, ev êriş di demekê de tên kirin ku biryarên birîna mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê û siyaseta birçîkirina aborî ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve tê meşandin.
Zêbarî ev yek wek "dijminkarî û destdirêjiyeke zelal û eşkere ya li ser Herêma Kurdistanê ji aliyê hêzên ne-dewletî ve" bi nav kir.